Osman Dêmbêlî bû lîstikvanê herî baş a cîhanê

Lîstikvanê klûba Paris Saint-Germain, Osman Dêmbêlî, wekî baştirîn lîstikvanê cîhanê yê 2025an, hat hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, kovara France Football a Fransî, marasîma xelatdayînê, li Şanoya Chatelet a li navenda Parîsê, li dar xist.

Îsal, Dêmbêlî xelata Lîstikvanê Sezonê yê Ligue 1 û xelata Lîstikvanê Sezonê yê Lîga Şampiyonan wergirtibû.

Di merasîmê de, gelek xelatên din jî, hatin pêşkêşkirin. Lîstikvana Spanî, Aitana Bonmati, wek baştirîn lîstikvana jin a cîhanê, hat hilbijartin û Lamine Jamal bû baştirîn lîstikvanê ciwan ê cîhanê.

Rahênerê Paris Saint-Germain, Luis Enrique, xelata rahênerê herî baş wergirt û rahênera Hollandî, Sarina Wiegman jî, bû baştirîn rahênera jin.

Tîma Paris Saint-Germain, wek tîma herî baş a 2025an, hat hibijartin û gelek xelatên din jî hatin belavkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24