Dîyarbekirspor a ku Koma 2’yemîn-Lîga 3’yemîn a TFF (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê) de cîh digre, sala were ango sezona 2025-2026 êdî bi navê Kobanî Spor têkoşîna xwe bidomîne.
Biryara nav guhertinê ji aliyê rêveberiya tîma Dîyarbekirsporê ve hat girtin. Rêveberiya tîmê vê biryara xwe wekî “piştgiriya pêvajoya aştî ya dîrokî” binav kir. Tîma Dîyarbekirsporê li ser hesabê xwe ya fermî van agahiyan parve kir:
“Tîma me, ku di sezona futbolê ya TFF 2025-2026’an de di Koma 2’yemîn a Lîga 3’yemîn a TFF de pêşbaziyê bike, biryarek dîrokî da û biryar da ku sezona nû bi navê "Kobanî Spor" bidomîne.
Ev biryar ne tenê nav guhertinek e. Heman demê, îfadeya xurt ya baweriya ji nû ve şînbûna biratî û yekîtî ya pêvajoya aştî ya dîrokî ku li welatê me de birêve diçe ye.
Navê Kobanî Spor hem wateyek dîrokî hildigire û hem jî wekî sembola îradeya avakirina piran di navbera gelan de tê hesibandin.
Ev biryar encama baweriya me bi hêza yekgirtî û gerdûnî ya werzîşê ye; ew îfadeya vîzyonekê ye ku yek dike, ne ku parçe dike, hembêz dike ne ku dûr dixe.
Em wê bi rêzdarî pêşkêşî raya giştî dikin.”
Rodî Bişeng