Lezgin

``DAIŞ bi êrişa Şamê yekîtiya baweriyan dike armanc``

reset font size increase font size

Rêveberê Dêra Yekîtîya Mesîhî ya Încîl a li bajarê Hesekê Piskopos Îsa Şemûn derbarê êrîşa Dêra Nebî Elyas ya li Şamê ji malpera Nûçe Tv re axivî.

Îsa Şemûn destnîşan kir ku dema vê teqînê bihîstin yekser DAIŞ hate bala wan û ev êrîşa li dijî dêrê wan xemgîn kiriye û got:

``Ew marê ku hîn jî di nav me de veşartî ye. Ev ne ecêb e piştî ewqas êrîşên takekesî û nebûna mijûlbûna cidî bi wan re. Ji aliyekî din ve, ev êrîş em matmayî nehişt, ji ber ku ev tiştê ku Xilaskarê me Îsa Mesîh berê ji me re gotibû wextek bê wê her kes we bikuje û wê bibêjin bi vê yekê ew ji xwe dê re xizmet dikin. DAIŞ bi van êrişan dixwaze di nav civaka Xirîstiyan û Îslam ya Sûriyê de tevlihêviyê derxîne``

Şemûn li hikûmeta Şamê daxwazkir ku ji bo cihê îbadetê nebe hedefa terorîstan û parastina cihên îbadetê bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin.

Rêveberê Dêra Yekîtîya Mesîhî ya Încîl a li bajarê Hesekê ji hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser xwest ku li dijî îdeolojiya tundrew a DAIŞ`ê hemû deverên pîroz biparêzin, bi daxûyaniyên şermezarkirinê ve sînordar nemînin.

Îsa Şemûn daxuyakirin ku hêzên weke DAIŞ`ê kuştina xirîstiyanan weke helal dibînin û daxwaz hemû saziyên olî kir ku di mizgeftan de gel derbarê vê zîhniyetê de perwerde bikin.  

Şemûn di dawî de bang li hemû aliyan kir ku sûcdaran cezabikin, berpirsiyariyên xwe yên dîrokî hilgirin ser xwe û ji bo zarokên xwe welatekî bê tarîtî û nefret ava bikin.

Dîlber Ehmed Heci / Medya Xalid

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24