Vegera koma sêyemîn a Efrîniyan careke din hat bipaşxistin

Ajansa ANHA`yê diyar kir ku vegera koma sêyemîn a koçberên ji Efrîn û Şehbayê dîsa hat bipaşxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Kurdî ya ANHA'yê di êvara çarşemê de balv kir ku vegera koma sêyemîn a koçberên ji Efrîn û Şehbayê ku wê sibeha pênşemê bi rê biketa, hat bipaşxistin.

ANHA'yê ragihand ku Meclisa Koçberên ji Efrîn û Şehbayê ji wê re gotiye ku veger hatiye taloqkirin û roj nehatiye diyarkirin, wê piştre dîroka wê bê diyarkirin.

Heta niha 2 komên koçber ên ji Efrînê (ya yekemîn di 9’ê adara 2026’an de û ya duyemîn di 4’ê nîsana 2026’an de) vegeriyane Efrînê.

Di koma yekemîn de 400 malbat û di koma duyemîn de jî 200 malbat vegeriyabûn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye