86 Rêxistinan banga bidawîanîna darvekirinê li Îranê kirin

Li dijî sizayên darvekirinê yên Dewleta Îranê, 86 rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û torên çalakvanan bi bangeke hevbeş, ji Îranê xwestin ku darvekirinan bi dawî bike, girtiyên siyasî berde û cezayên darvekirinê rake.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewetla Îranê darvekirina girtiyan didomîne.

Li hember vê yekê, 86 rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û torên çalakvanan, bangeke hevbeş a 'çalakiya cîhanî' kirin.

Saziyan di banga hevbeş de, daxwaz ji Îranê kir ku darvekirinan rawestîne û girtiyên siyasî bêne berdan û bang li her kesî kir ku li her derê cîhanê dengê protestoyê bilind bike.

Li çar aliyên cîhanê dê çalakî di navbera 11 û 26'ê nîsanê de werin lidarxistin

Bangewaziya ku ji bo raya giştî ya navneteweyî û Îraniyên li derveyî welêt hatiye şandin, diyar dike ku dê di navbera 11 û 26'ê nîsana 2026'an de li çar aliyên cîhanê çalakiyên cûrbicûr werin lidarxistin.

Di çarçoveya vê seferberiyê de xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê, performansên kolanan û hevdîtinên bi nûnerên parlamentoyan re tên plankirin da ku dengê gelê Îranê bigihêje tevahiya cîhanê.

Rêxistinên ku îmze avêtine bin daxuyaniyê, tekez dikin ku ev serdem ji bo hevgirtina cîhanî ya bi gelê Îranê re demeke krîtîk e.

Tevgera cîhanî ya ku ji aliyê 86 saziyan ve hatiye destpêkirin, sê daxwazên bingehîn destnîşan dike.

Sazî daxwaz dikin ku hemû darvekirin yekser werin sekinandin, cezayê darvekirinê bi temamî bê rakirin û hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de bêşert û merc werin berdan.

Di heman demê de mîsogerkirina gihîştina înternetê ya bêpere, bêsînor û bêasteng ji bo hemû welatiyên Îranî wekî daxwazeke lezgîn hat destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Dewleta Îranê zextên xwe zêde kirine, ji ber vê yekê pêdivî bi çalakiya lezgîn heye.

Saziyan bang li parêzvanên mafên mirovan, komele, sendîka û hemû hêzên demokratîk kir ku bi çalakiyên sivîl û bi beşdariya medyayê re bibin dengê gelê Îranê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye