Trump: Îsraîl û Hemas li ser qonaxa yekem a plana aştiyê ya Xezeyê li hev kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro serê sibê ragihand ku Îsraîl û Hemas li ser qonaxa yekem a plana wî ya aştiyê ji bo Xezeyê li hev kirine. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî, ragihand ku ew ê îro kabîneyê bicivîne, da ku peymana agirbestê li Xezeyê pesend bike. Xelkên Xeze û Tel Avîvê jî, ji bo agirbestê daketin qadan û bi kêfxweşî ev peyman, pêşwazî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xelkên Xezeyê îro ji sibehê ve, bi kêf û şahî qîr dikin ku piştî şerê 2 salan di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam dikir, bi agirbesta ku hatiye ragihandin, hêviya jiyaneke nû ji sivîlan re hat afirandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro serê sibê bi rêya platforma xwe ya Truth Social ragihand ku Îsraîl û Hemas li ser qonaxa yekem a plana wî ya aştiyê ji bo Xezeyê li hev kirine.

Donald Trump zêde kir ku hemî girtî wê di demek nêz de, werin berdan û Îsraîl wê hêzên xwe vekişîne xêzek lihevkirî wekî gavên yekem ber bi aştiyek xurt, mayînde û domdar ve.

Trump giringiya agirbestê destnîşan kir û wiha got: "Ji bo cîhana Ereb, Misilman, Îsraîl û ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ev rojeke mezin e. Ev peyman ji Xezeyê wêdetir diçe, ew aramiya li Rojhilata Navîn temsîl dike."

 

Netanyahu ji bo pejirandina peymana Xezeyê wê civîna kabîneyê li dar bixe

  

Piştî ku Donald Trump peymana di navbera Tel Avîv û Hemasê de, ji bo bidawîkirina şerê 2 salan li Xezeyê ragihand, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, di daxuyaniyekê de got ku îro ji bo Îsraîlê rojeke mezin e.

Netanyahu, ragihand ku ew ê îro kabîneyê bicivîne, da ku peymana agirbestê li Xezeyê pesend bike.

Di pêşveçûnek têkildar de, nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê got ku Netanyahu bi telefonê bi Trump re axivî û pîrozbahî li ser destkeftiya dîrokî ya îmzekirina peymana agirbestê li Xezeyê kir.

Di demek cuda de, berdevkê hikûmeta Îsraîlê ji Reuters re got, Îsraîl texmîn dike ku berdana girtiyan wê roja Şemiyê dest pê bike.

 

Xelkên Xeze û Tel Avîvê agirbest bi kêfxweşî pêşwazî kirin

 

Her wiha piştî ku li ser qonaxa yekem lihevkirin pêk hat, li başûrê Xezeyê pîrozbahî dest pê kirin.

Di çend demjimêrên borî de, xelkê Xezeyê hişyar bûn, hin ji wan ji kampên koçberan ên li Xan Yûnis û bajarên din derketin da ku agirbesta ku ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve hatî ragihandin pîroz bikin.

Koçberan bi qîrîn, stran gotin, kêfxweşiya xwe ji agirbestê re diyar kirin.

Bi sedan Îsraîlî jî li Tel Avîvê kêfxweşiya xwe ya mezin ji ber ragihandina serbestberdana girtiyan roja duşemê ya bê, di pêkanîna plana Trump de, nîşan dan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24