Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de, di 24 seatên dawiyê de, 70 kes li Xezeyê hatin kuştin û 385 kes jî birîndar bûn.
Wezaretê dest nîşan kir ku 26 kes dema li benda alîkariyê bûn, hatin kuştin û her wekî din175 kes jî birîndar bûn.
Ji destpêka derketina kirîza birçîbûnê hezar û 924 kes dema li benda alîkariyê bûn, hatine kuştin û 14 hezar û 288 kes jî birîndar bûn.
Wezaretê diyar kir ku ji ber birçîbûnê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi vê yekê jî, ji ber birçîbûnê hejmara miriyan gihîştiye 251 kesan di nav wan de, 108 zarok in.
Li gorî amarên fermî, ji destpêka êrîşên Îsraîlê ya 7ê Cotmeha 2023an û vir ve, li Xezeyê 61 hezar 897 kes hatin kuştin û 155 hezar 660 kesên din jî birîndar bûne.