Dadgeha Îranê cezaya darvekirina Şerîfe Mihemedî erê kir

Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê ji bo Şerîfe Mihemedî erê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parêzer Emîr Reîsyan diyar kir ku cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa 39 a Dadgeha Bilind a Îranê ve bi temamî hatiye erê kirin.

Hate gotin ku Dadgeha Bilind a Îranê bêyî ku kêmaniyan berçavan bigire cezayê darvekirinê ji bo Şerîfe Mihemedî erê kiriye.

Şerîfe Mihemedî jineke siyasetmedar a 45 salî ye, di sala 2023`yan de, bi bihaneya li dijî dewletê propagandayê dike hatiye binçavkirin.

Her wiha li Îranê bi bihaneyên cur bi cur bi sedan jin hatine darvekirin û hîn jî siyaseta darvekirinê bi armanca çewisadina mixalifan tê bikaranîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24