Meclisa Civakî ya Ermenî û Paritya Yekîtiya Ermenan bi boneya salvegera 111'emîn a komkujiya Ermeniyan çalakiyek li dar xist.
Di Çalakiyê de Partiya Ermen, Kongra Îslama demokratîk, Meclisa malbatên şehîdan û Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê beşdar bûn.
Her wiha di çalakiyê de axaftin li ser navê Partiya Yekîtiya Ermenan û Meclisa Malbatên Şehîdan hat kirin û komkujiya Ermeniyan hat bibîranîn.
Her wiha axêveran di bîranînê de ev peyam dan:
"Li Rojhilata Navîn li dijî hemû gelan komkujî hatine kirin. Em ê bi têkoşîna xwe bikaribin bijîn.
Çawa me bi salan li ber xwe da, em ê niha jî li ber xwe bidin. Em hebûn, em hene û em ê hebin."
Derbarê Mijarê de Sekerterê Partiya Yekîtiya Ermenan Îmad Teteryan diyar kir ku ev komkujî divê neyê jibîrkirin û daxwaz kir ku, zextê li Tirkiyê bikin ku vê komkujiyê nas bike.
Her wiha Rêvebera Encûmena Gel a Ermenan Arêv Qasbiyan jî got ku divê her kesê ku destê wan di komkujiyê de hebû, hesabê bidin.
Di dawiyê de Komên Ermen berhemên xwe yên gelêrî pêşkêş kirin û Hozan Kerkondi helbetesta bi navê Serê Kaniyê pêşkêş kir.