Salvegera 13`an a şoreşa Rojava li Silêmaniyê hat pîrozkirin

13'mîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê û li geleke deverên Ewropayê bi coşeke mezin hat pîroz kirin. Di pîrozbahiyên li Silêmanîyê,Viyana,Bruksel,Bregenzê û Mîlanoyê de payama xwedîderketin û parastina Şoreşa Rojava hat dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size


Li Başûrê Kurdistan û Ewropayê salvegera 13'emîn Şoreşa Rojava bi çalakiyên cûr ber cûr hat pîrozkirin.

Salvegera şoreşa 19'ê Tirmehê li bajarê Silêmaniyê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Di şahî yê de li ser navê komîteya amadekar Mihemed Bekir anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk weke pergal wê ji pirsgirêk û pewistiyên  Rojhilat Navîn re bibe bersiv.

ŞOREŞA ROJAVA LI VIYANAYÊ BI FESTÎVALÊ HATE PÎROZKIRIN

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi organizasyona DEM-KURD, Defend Rojava û Koma Xwendekarên Kurd bi festîvaleke bi heybet Salvegera Şoreşa Rojava  hat pîrozkirin

Di pîrozbahiyê de banga xwedîderketina berxwedana Siwêdayê jî mohra xwe li festîvalê xist.

Nûnera Defend Rojava Hêvîn di axaftina xwe de anî ziman ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa jinê ye.

LI PAYEXTA BELÇÎKA BRUKSELÊ 19’Ê TÎRMEHÊ BI ÇALAKIYEKÊ HATE PÎROZKIRIN

Li payxtexa Belçîka Brukselê jî sazî û rêxistinên Kurdistanî bi çalakiyek ev roja dîrokî pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de Nûnera Rêveberiya Xweser a Belçîkayê Arşem Ehmed  axivî û got:  Divê her kes xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.

13’EMÎN SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVA LI BREGENZÊ HAT PÎROZKIRIN

Li bajarê Bregenzê ê Awusturalyayê jî bi boneya  salvegera Şoreşa 19'ê tirmehê   çalakiyekê hat lidarxistinn. 

 LI MÎLANO SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVA YA 19’Ê TÎRMEHÊ HAT PÎROZKIRIN

Bi pêşengiya Komeleya Konfederalîzma Demokratîk û Rete Jin Milano (Tora Piştgiriya Jinan) li bajarê Mîlano yê Îtalyayê çalakiya ku bi dehan Kurd û Îtalî beşdar bûn de paşeroj û siberoja Şoreşa Rojava hat nîqaşkirin. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24