KCK: Wê hesabê dîrokî yê komkujiyan were pirsîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekî şehîdên ciwanên sosyalist yê Pîrsûsê bibîranî. KCK'ê di daxuyaniya xwe de got: “Hevrêyên me ku li Pirsûsê şehîd bûn, afrîner û sembola serkeftin û pêşketina dîrokî ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî 33 endamên tevgera ciwanên sosyalîst a Tirkiyeyê ku 20’ê Tîrmeha 2015’an di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûn daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de hat balkişandin ku ev êrîşa namerdî, li hember yekitî, piştevanî û îradeya jiyana hevpar a gelan hatiye kirin û hat gotin: “Em careke din diyar dikin ku helwest û têkoşîna jiyana hevpar a gelên me wê bi ser bikeve û li ser vê bingehê hesabê dîrokî yên komkujiyan bê pirsîn.”

‘ŞEHÎDÊN PIRSÛSÊ MÎMAR Û SEMBOLÊN SERKETINA DÎROKÎ NE’

KCK diyar kir ku serkeftina şoreşa Rojava encama helwesta piştevanî û têkoşîna hêzên şoreşger û gelên azadîxwaze û daxuyanî wiha berdewam kir: 

“Ev encama dîrokî, hêz û qîmetê piştevaniya gelan derxist holê. 

Hevrêyên ku li Pirsûsê şehîd bûn, mîmar û sembolên vê bûyer û serketina dîrokî ne. Em careke din wan bi rêzdarî, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja ditewînin.”

KCKê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbasî qonaxek nû bûye û di vê qonaxê de baweriya jiyanek azad û wekhev a gelan xurttir bûye. 

KCK destnîşan dike ku bersiva herî mezin ya van komkûjiyan gihiştina vê armancêye û wisa bangî gelan dike: “Tifaqên xwe yên demokratîk û têkoşîna xwe mezintir bikin; her wiha bang li hêzên şoreşger, demokratîk û sosyalîst dikin ku pêşengtiya vê bikin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24