Dadgehê cezayê 7 rojnamevanan erê kir

Dadgeha Edliyeya Herêma Enqereyê, di dosyaya ku 11 rojnamevan dihatin darizandin de cezayê 6 sal û 3 meh ên ji bo 7 rojnamevanan erê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 22’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edlî ya Herêma Enqerê biryarên ceza û beraetkirina 11 rojnamevanên ku di operasyona 25’ê Cotmeha 2022’yan de hatibûn binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistina" bi biryara 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya 3’yê Tîrmeha 2024’an de hatibûn cezakirin, nirxand.

 Daîreya Cezayê ya 22’yemîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Enqerêyê di 23’yê Îlonê de ji ber kêmbûna belgeyan dosya li Dadgeha Îstînafê vegerand. Dosyayên kêm careke din ji Dadgeha Îstînafê re hatin şandin.

 Daîreyê cezayê girtîgehê yê 6 sal û 3 meh li nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Zemo Aggoz, Midûra Nûçeyan a JINNEWS Oznûr Deger û rojnameger Denîz Nazlîm erê kir.

Her wiha daîreyê biryara beraatê ya nûçegihana berê ya JINNEWS'ê Habîbe Eren, nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînli û stajyerê berê yê MA'yê Mehmet Gunhan jî bi erê kir. Biryara derheqê nûçegihana MA’yê Bêrîvan Altanê hat betalkirin.

Di biryarê de, hat diyarkirin ku delîlên di dosyayê de hev du temam dikin, raya wijdanî ya di pêvajoya dozgeriyê de hatiye çêkirin li ser bingeha zabitnameyên danişînê û çavdêriyê ye, hat îdîakirin ku delîl ji aliyê qanûnî ve derbasdar û guncav in, parastin ne pêbawer hatine dîtin û ew li gorî pêkhatin û wesfê sûc hatine pejirandin û bicîhanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye