Meşa TJA ya ber bi enqerê li Mêrsînê bi girseyî hat pêşwazî kirin

Meşa Tevgera Jinên Azad ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin di roja 5`an de li Mêrsînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di çarçoveya bernameya meşê de li Navçeya Akdenizê ya DEM Partiyê peyama Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan,peyamên Komeleyên Elewî yên demokratîk ên Evrupa û hevseroka berê ya HDP`ê fîgen Yuksekdag ji bo jinan şandî hatin xwendin. Fîgen Yuksekdag di peyama xwe de diyar kir ku rêya Azadiyê li Îmraliyê derbaz dibe, Azadiya Rêber Apo azadiya hemû Gelan, Jinan û girtiyên siyasiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevgera Jinên Azad (TJA)`ê meşa ku li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan bi diruşmeya “ Em bi hêvî ber bi Azadiyê ve dimeşin” ji Amedê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin di roja 5`an de bi kelecan û coşeke mezin gihêşt Mêrsînê.

 

Meşa TJA`ê li navçeya Akdeniz a DEM Partiyê li Parka Barişê bi pankartên Bijî Serok Apo, Jin Jiyan Azadî, Mîmarê Azadiyê li Îmraliyê ye bi girseyî hate pêşwazîkirin.

 

Di çalakiyê de Peyama Rêber Apo, Hevseroka berê ya DEM Partî, Komeleyê Elewî yên Demokratîk ên Evrupa ji bo jinan hatin şandin hat xwendin.

 

Figen Yuksekdag: Rêya azadiyê li Imraliyê derbas dibe

Figen Yuksekdag di peyama xwe de balkişan ser pêşengti û Azadiya Rêber Apo û got: “ Rêya misogerkirina vê derfeta dîrokî ya li pêşiya gelê me nayê windakirin rêya Azadiyê li Îmraliyê derbas dibe.

 

Azadiya Rêber Apo daxwazek civakî ye. Daxwaza rakirina tevahî ya tecrîd li ser Rêber  Ocalan  û daxwaza berdewamkirina erkên xwe yên civakî-siyasî ye.

 

Fîgen Yuksekdag: Derfetê hatiye avakirin ji bo pêşeroja hemû gelên heremê ye

 

Di berdewamiya  peyama  xwe de Figen yuksekdag da zanîn ku meşa ku ji bo pêşeroja hemû gelên Tirkiyê, Kurdistanê û heremê hatiye destpêkirin wê bibe çavkaniya Aştî û Demokrasiyê.

 

Figen Yuksekdag di dawiyê de got: “Em dikarin aştî û demokrasiyê bi gotina Azadî ji bo Ocalan ji bo hemû girtiyên siyasî, gelan, jinan, ciwanan, baweriyan û karkeran ava dike.

 

Ez keda kolektîf û pêşengtiya jinan di tekoşîna bidestxistina dilsozên hevaltî û  hevgirtinê silav dikim û heman xwesteka Azadiyê parve dikim.”

 

Eylem Sarica: Azadiya fizîkî ya Ocalan ya tevahiya gelan e

 

 Endama TJA`ê Eylem Sarica jî  diyar kir ku gava yekemîn a aştiyê, şikandina tecrîdê û vekirina zemîna demokratîk e.

 

Eylem Sarica bal kişand ser daxwazê Jin û gelan û got: “Ew azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin û xwestina azadiya fîzîkî ya Ocalan ne tenê azadbûna kesekî ye Azadiya tevahiya gelan û Jinan e.”

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24