Ji duh ve tîma jinên Qamişlo Sport li ser medyaya civakî deng vedaye.
Tîma jinên Qamişlo sport ev nêzî deh salan e hatiye avakirin lê duh biriyara vesixkirinê ragihandin.
Derbarê vê mijarê de kaptinê tîma jinên Qamişlo sport Delîl xalid ku bi navê Kaptin reşo tê naskirin ji Qenala me re axivî û diyar kir ku tîmên jin û ciwanan rastî gelek zehmetiyan dihatin lê tevî wê jî van tîman berdewam kirin û gelek serkeftin û destkeftî misoger kirin.
Delîl Xalid: Balkişandin tenê li ser tîma mêran e
Di heman demê Delîl Xalid tekez kir ku tenê li ser tîma mêran e.
Ji ber vê yekê me duh daxuyaniyek fermî parve kir û di daxuyaniyê de ev peyam dan:
Yek ji gavên herî zehmet ew e ku mirov dev ji cihê ku bi ked, hewldana kesên bi rûmet û xwêdana şampiyonên Sûriyê yên ji bo werzîşa jinan ava kiriye berde.
Ji ber bêguhdanî û xemsariya Rêveberiya Klûba Sporê ya Qamişloyê li hember tîmên me yên jinan bi taybetî jî piştî ku ew bi awayekî neheq ji Şampiyoniya Ciwanan hatin derxistin em îro bi fermî îstifa û vekişîna xwe ji klûbê radigihînin.
Di dawiyê de Rahênerê tîmê Delîl Xalid tekez kir ku, her çend ew ji vê erkê diçin jî, lê tu carî dest ji mîrata xwe, destkeftiyên xwe yên bi rûmet û têkoşîna ji bo mafê jinan ê di qada werzîşê de bernadin.
Li aliyekî din jî, Klûbê ragihand ku wan Ehmed Salih wekî rahênerê teknîkî erkidar kir û daxwaz ji hemû lîstikvanan kirin ku vegerin peymanê xwe ji nû ve îmze bikin.