Heqaret li Leyla Zanayê kiribûn: Cezayê Bursaspor'ê IYI partiyê da

Ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ve ji ber heqaretên li Leyla Zanayê hat kirin, li Bursasporê 342 lîra ceza hat birîn. Parlementerên Dîlokê yê Partiya IYI'yê Mehmet Mustafa Gurban ji hesabê xwe yê şexsî cezayê klûbê da û dekonta wê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di lîstika Somaspor û Bursasporê de alîgirên Bursosporê di trîbûnên stadê de çêr û heqaretên giran li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kirin û ev yek li Tirkiyeyê bûbû sedema nîqaşan.

Ji ber wan çêr û heqaretan Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê 16 hezar lîra ceza li kûlûba Bursasporê birî.  Lê ji ber di maçê de alîgiran pêlikan vala nehîştine, belgeyên bêheq bikaranîne cezayê wê derxistibû 342 hezar lîrayan.

Mijara bû sedema nîqaşan ji vir şûnde dest pê dike. Parlementerên Dîlokê yê Partiya IYI'yê Mehmet Mustafa Gurban di vê pêvajoyê de ket dewrê.

Gurban tevlî kampanyaya "Ez li rex Bursasporê me" ya ku ji aliyê nijadperestan ve hatibû destpêkirin û 342 hezar lîra bexşan klûbê kir. Di dekonta xwe ya di medyaya civakî belav kir de jî nivîsa " Kesên fêm kir,kir" nivisand.

Her wiha Mehmet Mustafa Gurban beriya niha jî li Parlementera Dem Partiyê ya Wanê Pervîn Bûldan jî heqaret kiribû.

Buldan li parlamentoyê ew îfşa kiribû û gotibû " bi peyaman ji min re çêrên zayenperest kiriye ez wê teşhîr dikim"

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye