Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya yekem li dar xist

Pêvajoya nû bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27'ê Sibatê hatibû destpêkirin. Li gorî pêvajoyê, aliyê dewletê gava xwe ya yekemîn bi kombûna 'Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê' re avêt. Komîsyanê civîna xwe ya yekemîn lidarxist û 12 xalên ku esasên xebatê yen komîsyonê diyar dikin pejirand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civîna yekem a "Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya li meclisê hat avakirin, bi dawî bû.

Di civînê de têkildarî awayê xebatê yê komîsyonê pêşnûmayeke 12 xalî hat amadekirin.

Paşê pêşnûma pêşkêşî komîsyonê hat kirin, bi yekdengî hat qebûlkirin.

 

 

Komîsyon cara yekem kom bû

 

Civîna destpêkê roja sêşemê(5'ê Tebaxê), bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş hat lidarxistin.

Komîsyon ji 48 parlamenteran pêk tê.

Ji AKP’ê 21, ji CHP’ê 10, ji MHP’ê 4, ji DEM Partiyê 4, ji Yenî Yol’ê 3 û ji DSP, YRP, TÎP, EMEP, BBP û HUDA Par jî yek endam beşdar bûn. 

Beşa axaftinê ya civînê ji çapemeniyê re vekirî pêk hat.

Beriya beşa muzakereye, rojnamevan ji salonê hatin derxistin.

Hat zanîn ku parlamenterên hikûmetê pêşniyar kir ku civîn ji çapemeniyê re girtî bê meşandin.

 Parlamenterên ku di civîna ewilî de neaxivîn, wê 8’ê Tebaxê de di civîna duyem de mafê axaftinê bigirin.

Navê komîsyona bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane li Meclisê hatibû avakirin, diyar bû.

Navê, “Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” lê hate kirin.

MHP’ê demeke berê pêşniyara “Komîsyona Yekitî û Piştevaniya Netewî” kiribû.

DEM Partiyê jî dixwest teqez peyvên “Aştî” û “Demokrasiyê” tê de cih bigirin.

 

Li ser 12 xalan lihevkirin çêbû

 

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civîna yekem a komîsyonê li Meclisê pêk hat de derbarê binyad û esasên xebatê yên komîsyonê de pêşnûmeya ji 12 xalan pêk tê pêşkêşî komîsyonê kir.

Xalên derketine pêş wiha ne:

"Armanca komîsyonê ew e ku terorê bi temamî ji  rojeva Tirkiyeyê derxe, hevgirtina civakî were xurtkirin, yekîtî û xwişk û biratiya me ya neteweyî pêk were û xebatên di aliyê azadî, demokrasî û serdestiya hiqûqê de binirxîne."

"Komîsyon wê heta 31’ê Kanûna 2025’an xebatên xwe bidomîne. Piştî ev dem biqede, komîsyon bi piraniya ji pêncan-sê dikare her carê 2 mehan dema civînê dirêj bike."

Civîna ewil a komîsyonê bi dawî bû. 

Komîsyon wê di 8'ê Tebaxê saet 11:30'î de careke din bicive.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24