Duh Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re li Qasra Serokkomariyê hevdîtinek pêk anîn.
Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Serokê AKPê Efkan Ala jî tevlî hevdîtinê bûn.
Hevdîtin nêzî seateke dom kir, piştî wê Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.
DEM Partî: Nîqaşên berfireh hatin meşandin
Di daxuyaniyê de Heyetê diyar kir ku li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandinên berfireh hatine kirin.
Her wiha DEM Partî bal kişand ser xalên hevdîtinê û wiha got:
"Em bi kêfxweşî dibêjin ku me ji bo pêşveçûna pêvajoyê li ser gavên pêwîst ku divê bên avêtin li hev kir û em gihaştin fikreke hevpar."
"Ji bo aştiyê divê dewlet gavên siyasî û hiqûqî biavêje"
Heyeta DEM Partiyê wiha domand:
"Wekî ku tê zanîn, PKK'yê ku bi Kongreya xwe ya 12'an xwe fesix kiribû û 26'ê Cotmeha 2025'an ragihandibû ku hemû hêzên xwe ji Tirkiyê vekişîne.
Divê ev yek, di warê demokrasî, hiqûq û pêvajoya aştiya civakî de girîng bê nirxandin û divê gavên pêwîst ên hiqûqî û siyasî demildest bên avêtin."
DEM partî: Avakirina aştî û civaka demokratîk dê rê li ber jiyaneke hevbeş veke
Di dawiyê de Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wiha lê zêde kir:
"Ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têk neçe û aştî û wekhevî li ser vê axê bi cih bibe, em wekî duh îro jî di wê biryarê de ne ku hemû berpirsyariyên dikevin ser milê me, em ê bi cih bînin.
Avakirina aştî û civaka demokratîk dê rê li ber jiyaneke hevbeş, wekhev û azad a ji bo her kesê ku li ser vê axê dijî veke.
Paşeroja vî welatî ne di bin siya çekan de, bi îradeya hevpar a gelan dê were diyarkirin."
Piştî banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi navê Aştî û Civaka Demokratîk, ji gelek aliyan ve nîqaş hat meşandin û PKK bi kongreya xwe ya 12'emîn re biryarên dîrokî girt.
Hê jî li seranserî Kurdistanê û cîhanê nîqaşên pêvajoyê tên meşandin.