Îro 23’yemîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye.
Bi vê boneyê, nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê dergehê xwe ji bo pêşwazîkirina li gel, nûnerên partî û saziyên cûda vekir.
Endama Komîteya Têkiliyên PYD’ê Bêrîvan Mihemed got:
"Di vê 23’yemîn salvegera damezrandina partiya me de, em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin.
Em pêşwaziya mêvanên xwe dikin.
Di navbera me û dostên me de gotûbêjên germ li ser rewşa siyasî ya îro ya Sûriyê hene
Pirsên çand û ziman birêve diçin daku em karibin mafên rewa yên gelê Kurd di nav destûra nû ya Sûriyê de bi fermî biçespînin."
Armanca me wek PYD’ê ew e ku em bibin partiyeke piralî û pirreng.
Em ê ji bo parastina mafên gelê Kurd û misogergerkirina hebûna wan di destûra Sûriyê de bêrawestan bixebitin.
Ev 23 sal in ku PYD`ê têkoşîneke bêhempa dimeşîne, bi taybetî di Şoreşa Rojava de barê herî giran hilgirt.
Bêrîvan Mihemed herî dawî anî ziman ku herdem hewla PYD’ê ew e ku daxwaz û mafên gelê Kurd di qanûna bingehîn a welat de cih bigirin.