Xelkên Dêrikê daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kirin

Li bajarê Dêrik û Girkê Legê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan çalakî hatin lidarxistin. Malbatên dîlgirtiyan xwestin ku di demeke nêz de zarokên wan werin berdan, û tekez kirin ku heta dîlgirtiyek hebe ew ê xwepêşandanên xwe bidomînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev çar meh in Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, gelek şervanên QSD`ê dîl girtine û heta niha gelek ji wan bernedane.

Ji bo serbestberdana wan li Rojavayê Kurdistanê rojane çalakî tên lidarxstin.

Bi vê armancê bi dehan şêniyên bajar û gundewarên Dêrikê bi daxwaza serbestberdana dîlgirtyan, li Qada Azadiyê çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de endamê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê Dêrikê Hisên Remedan axivî.

Hisên Remedan tekezî li ser berdana hemû dîlgirtiyên kir.

Hisên Remedan anî ziman ku dê têkoşînê bidomînin, ta hemû dîlgirtî werin berdan.

Li Girkê Legê daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan hat kirin

Li wir jî, bi heman armancê xelk li Qada Şehîd Xebat hatin gel hev û çalakiyek li dar xistin.

Malbatên dîlgirtiyan bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kirin, ku demildest dîlgirtiyan berdin.

Her wiha dan zanîn ku berdewambûna girtinê fikar û êşên wan zêde kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye