Lîste li gorî pîvanên jêhatîbûn û pisporbûnê, bi armanca yekkirina saziyan tên amade kirin.
Her wiha hate eşkere kirin ku amadekariyên îdarî yên berfireh dest pê kirine, da ku lîsteyên navên nûnerên ku dê beşdarî Wezaretên Hikûmetê bibin werin amadekirin.
Li gorî agahiyan, Rêveberiya Xweser dê hilbijartina navan li gorî 3 pîvanên sereke hilbijêre.
Divê pisporbûn, jêhatîbûn û ezmûn li ger nûneran hebe, da ku rola wezaretan xurt bikin.
Armanca van xebatan ew e, ku xebatên saziyan li ser bingeha beşdarbûna di rêvebirina welêt de bikin yek.