Çalakiya mamosteyan li Enqerê berdewam dike

Li Enqerê paytexta Tirkiyê, çalakiya mamosteyên ku ji ber pergala mulaqatê (ezmûna devkî) mexdûr bûne, didome. Mamosteyên sektora taybet, ev demeke dirêj e ku ji bo daxwaza mûçeyekî herî kêm, ewlehiya kar û baştirkirina şert û mercên kar çalakiyên curbecur li dar dixin. Mamosteyên endamên Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet û Platforma Mamosteyên Mexdûrên Mulakatê (ezmûna devkî), di roja 10emîn a greva birçîbûnê ya li Enqerê de, careke din daxwaz kirin ku dev ji xebata bi mûçeya herî kêm li saziyên perwerdehiyê yên taybet were berdan û daxwazên wan ên ji bo mûçeyên wekhev û ewlehiya kar werin bicîhanîn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Çalakiya nerazîbûnê ya ku li Enqerê ji aliyê mamosteyên endamên Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet û Platforma Mexdûrên Mulakatê (ezmûna devkî) ve hatiye destpêkirin, ketiye roja xwe ya 11an, greva birçîbûnê jî ketiye roja xwe ya 10an.

Li ser banga sendîkayê, mamoste di 14ê Hezîranê de li Enqerê kom bûn da ku balê bikişînin ser şert û mercên xebatê yên ne ewle, mûçeyên kêm û pirsgirêkên tayînkirinê di sektorê de.

Nêzîkî 1600 mamosteyên ku dibêjin ji ber pergala mulaqatê ya Wezareta Perwerdeyê mafê wan hatiye binpêkirin, tevî mamosteyên sektora taybet dixwazin dengê xwe bigihînin berpisiyaran.

Mamosteyên ku beşdarî xwepêşandanê bûn gelek caran hewl dabûn li ber saziyên berpirsyar daxuyaniyên çapemeniyê li dar bixin.

Her hewildana mamoste rastî êrîşên tund ên polîsan hatin.

Di dema mudaxeleya polîsan de her carê gelek mamoste bi lêdanê hatin binçavkirin.

Sendîkayê di 16ê Hezîranê de greva birçîbûnê ragihand û got: "Em ê birçî bimînin heta ku sozên ku dane me neyên bicihanîn"

Daxwazên mamostayan çi ne?

Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet, ku deh roj in xwepêşandanên xwe didomîne, daxwazên sereke yên xwe wiha rêz dike:

Bidawîkirina karkirina mirovan bi mûçeya herî kêm li saziyên perwerdehiyê yên taybet,

Bi mamosteyên sektora giştî re xwedî mafên darayî yên wekhev,

Ji nû ve zêdekirina xala mûçeya herî kêm li Qanûna Hejmar 5580 li ser Saziyên Perwerdehiyê yên Taybet.

Ev ji bo karmendên ku li dibistan, qurs û navendên rehabîlîtasyonê yên taybet dixebitin derbas dibe.

Divê qanûn garantî bike ku mûçeyên mamosteyan ji yên mamosteyên wekhev ên ku di sektora giştî de dixebitin kêmtir nebin.

Jiholêrakirina tirsa bêkariyê ku ji nûkirina salane ya peymanên kar ên demkî derdikeve holê û parastina tevahî ya mafên tezmînata ji kar dûrketinê û ewlehiya kar,

Çareserkirina mexdûriyetên mulaqatê û misogerkirina karê ewle.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye