Serokwezîrê Qibrisa Bakur Unal Ustel ragihand ku hewldanên ji bo dîtina 15 kesên winda berdewam dikin.
Nasnameya du kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî hatin tespîtkirin.
Piştî karesatê, sê berpirsên ji Wezareta Karên Giştî û Veguhastinê ji kar hatin dûrxistin.
Cîgirê Wezîr Enver Ozturk, Rêveberê Wezaretê Mustafa Ambar û Rêveberê Beşa Benderan Emsal Emîr-zade-ogullari ji kar hatin girtin.
Di vê navberê de, qedexeya muzîk û şahiyê li Lef-koşayê heta 9’ê Îlonê hate dirêjkirin.