Nizar Amêdî ji bo pêşkêşkirina namzetên serokwezîrtiyê hişyarî da

Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî diyar kir ku divê pêşkêşkirina namzetê serokwezîrtiyê neyê derengxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî têkildarî diyarkirina namzetê ji bo Serokwezîrtiya Îraqê, li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek da.

Nizar Amêdî di peyama xwe de wiha got:

"Pêwîst e girêdanbûna bi destûra bingehîn ve û diyarkirina serokwezîrtiyê neyê derengxistin.

Ev yek jî erk û berpirsyariyeke li ser hemû aliyan e.

Bilezkirina vê pêngavê, dibe sedema bihêzkirina aramiya siyasî û destbikarkirina avaniyên heyî."

Serokkomarê Îraqê di dawiyê de tekez kir ku di vî şerê hestiyar yê heyî de, pêwîst e berî her tiştî berjewendiyên bilind ên welêt bên esasgirtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye