Berdevka Koşka Spî Caroline Leavitt got ku nûnerê taybet ê Serok Donald Trump Steve Witkopf û zavayê Donald Trump Jared Kushner, wê sibe ji bo hevdîtina bi şandeya Îranê re, biçin Îslamabadê.
Caroline Leavitt ji rojnamevanan re got ku rêveberiya Trump di du rojên borî de ji aliyê Îranê ve hin pêşketin dîtine.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê (ÎRAN) Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, şeva 24’ê Nîsanê wê serdana Îslamabad, Meskat û Moskovayê bike.
Ajansê diyar kir ku armanca serdanê lidarxistina şêwirmendiyên du alî, nîqaşkirina pêşketinên heyî yên li herêmê û çareserkirina pirsgirêkên dawî yên şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ye.
Li gorî Kanala Cezîreyê ku îşaret bi çavkaniyeke Hikûmeta Pakistanê kir, ragihandiye ku Eraqçî wê bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re li Îslamabadê bi amadebûna Serfermandarê Artêşê Asim Munir re bicive.
Her wiha CNN'ê ji çavkaniyeke Amerîkî îşaret bi wê yekê kir ku, şandeya Îranî ya ku ber bi Îslamabadê ve diçe wê bi nûnerên Amerîkî re necive.