Konferansa Hiqûqnasên Kurd ên Demokratîk wê di 4-5 ê tîrmehê de li Amedê were lidarxistin.
Konferans wê bi durişma Qanûna Demokratîk ji bo Azadî, Statu û Aştiyê be.
Tevî Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Serhat Çakmak, Ekin Yeter û serokên baroyan, gelek hiqûqnas tevlî daxuyaniyê bûn.
Danezana konfransê hat eşkerekirin
Komîteya Amadekar a Konferansê bi daxuyaniyeke çapemeniyê danezana dawî ya konferansê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku divê statuya gelê Kurd a hiqûqî bê diyarkirn.
Di berdewamiyê de hat gotin ku avakirina civaka demokratîk, pêvajoya pakbûnê ye.
Di dawiyê de jî, diyar kirin ku armanca sereke ya vê konfransê ew e ku Komara Tirkiyê di hiqûq û siyasetê de, cih bide gelê Kurd.