CHP’ê, rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê çareseriya kurd amadekiribû radestî Komîsyona Meclisê kir.
Di rapora CHP’ê ya ji 53 rûpelan pêk tê de, perwerdehiya bi zimanê kurdî, mafê hêviyê û rewşa endamên PKK'ê cih negirt.
Di rapora CHP'ê de van xalan cih girt
Ji bo biryarên Dadgeha Mafê Mirovan û Dadgeha Destûra Bingehîn pêk werin divê astengiyên îdarî û siyasî bên rakirin.
Ji bo avakirina aştiyeke civakî sepanên siyasî ku astengiyê ji bikaranîna mafên di destûra bingehîn de hatine diyarkirin re derdixîne divê bi dawî bibe.
Divê xalên ku pêşî li azadiya remanê digirin ji qanûna terorê û cezayê bên derxistin.
Divê qanûna ku gel sewqî kîn û dijminatiyê dike ji nû ve bê sererastkirin.
Hemû astengiyên ku li pêşya azadiya rêxistinkirinê ne divê bên rakirin.
Ên bi KHK’ê ji karê xwe hatine dûrxistin divê rewşa wan careke din bê nirxandin.
Pêşniyarên demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bidawîbûna sepanên qeyûman û xurtkirina rêveberiyên herêmî divê bê kirin.
Divê pêşî li biryarên keyfî yên Komîteya Îdare û Çavderiyê ya Girtîgehan bê girtin.
Xweseriya Dadgehê divê bê mîsogerkirin.
Divê têkoşîneke xurt li dijî tundiya li ser jin û zarokan bê meşandin.
Ji bo Cemxaneyan statuya îbadetê divê bê qebûlkirin.”