Heyva Sor: Sûriye alîkariya ji bo Siwêdayê asteng dike!

Komeleya Mezopotamyayê ragihand ku Heyva Sor a Sûriyeyê nehişt alîkariyê bigihînin mexdûrên li başûrê Sûriyeyê û Siwêdayê û got: "Ji bo piştgiriya gelê xwe li her parêzgeheke Sûriyeyê em amade ne alîkarî bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeleya Alîkarî û Geşepêdanê ya Mezopotamyayê di derbarê rewșa dawî a Kampanyaya "Piştgiriya gelên me yên mexdûr li başûrê Sûriyeyê û Siwêdayê" de daxuyaniyek da.

Komeleya Mezopotamyayê got: ''Erka me ye ku em geşedanên dawiyê û derheqê “Kampanyaya Piştgiriya Gelên Me yên Mexdûr li Başûrê Sûriyeyê û Siwêdayê ji raya giştî re zelal bikin."

Komeleya mezopotamya di daxuyaniye xwe de da zanîn ku wekî karwanê yekem, piştî komkirina qaseyeke guncaw ji pêdiviyên xwarinê,wan roja 1’ê Tebaxa 2025’an, berê xwe da Şamê û wiha hate gotin:

"Komeleyê, 55 ton pêdiviyên xwarinê yên sereke bi xwe re hilgirtibû.

Ev gav jî bi koordîneya tam û bi daxwazeke fermî ya Wezareta Kar û Barên Civakî ye Şamê ku xebateke mezin ji bo gihandina alîkariyê hat kirin.

Ji ber kêmbûna pêdiviyên xwarin û tenduristiyê, Siwêda û Başûrê Sûriyeyê di rewşeke mirovî ya zehmet re derbas dibin."

 

'Em amade ne ji bo her parêzgeheke Sûriyeyê alîkarî bikin'

 

Komeleya Mezopotamyayê teqez kir ku piştî erêkirinên ewlekariyê û koordîneya li gel aliyên xwecihî, bi rengekî koordînekirî li kêleka alî û rêxistinên çalak alîkarî were belavkirin. 

Komleya Alîkariyê ya Mezopotamyayê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Heyva Sor a Sûriyeyê xwest ku tevahiya alîkariyê werbigire û bi serê xwe belav bike. 

Me biryar da ku heta destûr bo endamên me neyên dayîn ku beşdarî belavkirinê bibin, em barê alîkariyê nedin ti aliyekî din.

Ev jî di wextekê de ye ku  rolek bi bandor û rast a saziyên NY’yê di warê zext û navbeynkariyê ji bo derbaskirina alîkariyê, tune ye."

Komeleya Mezopotamyayê destnîşan kir ku  heta formulek ji bo beşdariya wan ya rasterast di mekanîzmeya belavkirinê de were misogerkirin, wan biryar da ku vê kerwanê alîkariyê vegerînin Hesekê.

Komeleya Mezopotamyayê di dawiyê de got: "Ev kampanyayê alikariyê ji bo başûrê Sûriyeyê, gundewarên Deraa, Siwêda û gundewarên Şamê ne. Em bi rêya kanalên fermî li gor prensîbên mirovî tev digerin, ji bo piştgiriya gelê xwe li her parêzgeheke Sûriyeyê em amade ne alîkarî bikin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24