Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincan a Enqereyê kiryarên ferzkirina poşmaniyê û bihaneyên bê bingeh li ser Girtiyên jin tê ferzkirin û berdana 12 jinan tê astengkirin.
Girêdayî bêhiqûqiya li girtîgaha Sincanê Endama OHD'ê yê Şaxê Enqereyê Sîpan Cîzrelî nirxandin kirin û got:“Li piranî girtîgehan berdan bi biryarên Desteya Çavdêriyê û şert tê kirin. Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ji sala 2021'ê û vir ve ti girtiyên jin nekariye ji berdana bi şert sûdê werbigirin."
Sîpan Cîzrelî: Berdana 12 jinên girtî tê astengkirin
Parêzer Sipan Cîzrelî da zanîn ku weke komele di lêkolînên xwe de tespît kirine ku bi giştî berdana 24 girtiyên siyasî yên jin hatiye astengkirin û ji van 24 jinan 13 jinên girtî piştî temamiya cezayê li wan hate birîn, temam bû hatin berdan. Aniha jî berdana bi şert a 12 girtiyên jin tê astengkirin.
Sîpan Cîzrelî ragihand ku li tevahiya Tirkiyê li girtîgeheke din kiryarên bi vî rengî nînin, Girtîgeha Jinan a Sincanê ji ber ku weke “herêma Pîlot” hatiye hilbijartin berdana girtiyan tê astengkirin.
"Ti bingehê hiqûqî yê desteya çavderiya îdarî nîne"
Cîzrelî bal kişand ser rewşa tendirustî ya girtiyên jin û got: “ Beşeke mezin a jinan salên dûr û dirêj in girtî ne vê yekê bandoreke cidî li tendirustiya wan kiriye. Girtîmayîna demdirêj, mayîna li qada girtî li gel bandorên psîkolojîk û fîzîkî dibe sedema pirsgirêkên tendirustiyê.”
Herî dawiyê Parêzer Sîpan Cîzrelî diyar kir ku çar sal in ew biryarên Desteya Çavdêriya Îdarî ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dişopînin ku ti bingeheke hiqûqî yê biryaran nîne û wiha berdewam kir: "Dema ku me biryarên Desteya Çavdêriya Îdarî lêkolîn kir me dît ku nirxandinên têkildarî rewşa baş bi temamî bi rengê kopy-pêve bike hatine amadekirin. Ji bo her girtiyekê heman bihane hatiye dubarekirin."