Helbestvan Ehmedê Huseynî kî ye?

Helbestvan Ehmed Huseynî ku di 71 saliya xwe de koça dawî kir, bi ziman û şêweyê xwe yê taybet rengekî nû da helbesta kurdî. Ehmedê Huseynî gelek berhem nivîsandin û yek ji hosteyên helbesta Kurdî ya modern e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî demeke dirêj bû, ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin.

Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî di 10ê Adara 2026an de, di 71 saliya xwe de li Swêdê koça dawî kir.

Ehmedê Huseynî di sala 1955’an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû ye.

Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê xwendiye.

Ehmed Huseynî li Zanîngeha Şamê ya Sûriyê beşa Felsefeyê qedandiye.

Hikûmeta Sûriyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite.

Ji ber vê yekê Ehmed Huseynî neçar ma ku karên xwe bi tena serê xwe bike.

Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên Kurd berê xwe da Ewropayê. Di sala 1989an de çû Swêdê. Her wiha Ehmedê Huseynî li Îngilistanê jî jiyaye.

Huseynî di sala 2013an de bi awayekî demkî vegeriyabû Qamişloyê û di sala 2016an de bi temamî li wir bicih bûbû. Lê di sala 2023an de dema pê hesiya bi nexweşiya pençeşêrê ketiye careke din ji bo dermankirinê çû Swêdê.

Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê Kurd e.

Helbestvan Ehmed Huseynî bi ziman û şêweyê xwe yê taybet rengekî nû da helbesta kurdî.

Ehmedê Huseynî gelek berhem nivîsandin û yek ji hosteyên helbesta Kurdî ya modern e.

Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan ava kir.

 

Di Roj TVê, Stêrk TV, Medya TV de bernameya wî hebû.

Tev li gelek pêşengehên pirtûkan bû, gelek caran tev li bernameyên îmzekirina berhemên xwe bû gelek caran tev li bernemeyên televîzyonê bû.

Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî ku di lijneya weşanê ya Rojnameya Xwebûn de cih digirt.

 

Ehmedê Huseynî yek ji damezrînerên Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bû ku di sala 2004an de li Swêdê hatibû avakirin.

Di qada wêjeyê de xwedî kedeke mezin bû. Heta niha 15 pirtûkên wî yên helbestan hatine çapkirin û di sala 2015an de "Berhemên wî yên Giştî" hatin weşandin.

Di sala 2002yan de berhemên Ehmed Huseynî yên giştî yên bi navê Dîwan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin.

 

Hin berhmenên Ehmed Huseynî ev in:

 

-Mistek ji şîna bêcir. Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê

-Bi xewna we pênûsê dilorînim. Stockholm, 1993, Weşanên Jîna Nû

-Rono û sirûdên bêrîkirinê.Stockholm, 1994, Weşanên Jîna Nû

-Sîriskên hesinî (Selîm Berekat) Wergerandin, Stocholm, 1997, Weşanên Apecê

-Dîwan (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê

-Bajarê Dirinde. 2003, Weşanên belkî

-Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî. 2004, Weşanên Aramê

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye