Tulay Hatimogullari: Birêz Ocelan û PKK`ê gavên girîng avêtin

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (DEM Partî) bi Pêşengtiya Hevseroka DEM Partîyê Tulay Hatimogullari û Cigira Hevseroka Komîsyona Têkiliyên Derve Ebrû gunay pêktê tevlî Forma “Teşedayîna Pêşerojê” ku ji aliyê Enstutiya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn ve li Hewlêrê hate lidarxistin bûn. Di Vîzyona Aştî û Refahê de Tulay Hatimogullari li ser pêvajoya Aştî û Demokrasiyê axivî û got: “Pirsgirêka Kurd ev sed salin li Tirkiyeyê berdewam dike û li pêşiya demokratîkbûna welat asteng e.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şandeya di bin Serokatiya Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimogullari û Cigira Hevseroka Komîsyona Têkiliyên Derve Ebru Gunay li Hewlêrê Tevlî forma Vîzyona Aştî û Refahê ku bi navê “Teşedayîna Pêşerojê ku ji aliyê Enstutiya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn hat lidarxistin bûn.

Tulay Hatimogullari di formê de li ser girîngiya pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd axivî û got: “PKK û Birêz Ocalan di mijarên esas de gavên berbiçav avêtin, lê hîn jî gavên qanûnî ji aliyê Tirkiyê ve nehatine avêtin.

Birêz Ocalan bi banga 27’ê Sibatê xwest ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareser kirin û maf, hiqûq û nasnameya gelê Kurd li hemû herêmên ku lê dijîn û bi taybetî li Tirkiyeyê were naskirin.”

 

Tulay Hatimogullarî: Rêber Apo aktorê esasî yê pêvajoyê ye

 

Tulay Hatimogullari bal kişand ser erk û misyona Rêber Apo ya di pêvajoya çareseriyê de û got: “Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn gavên girîng avêtin. Ocalan aktorê esas yê pêvajoyê ye. Lewma gereke “Mafê Hêviyê” bikeve meriyetê û pêvajo bi aştî were tacîdarkirin.

Tulay Hatîmogullari îtîraza li dijî biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş jî bi bîr xist û got: “Ger Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevalên me yên din ên girtî werin berdan wê baweriya civakê zêde bibe.”

Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimogullari da zanîn ku Tirkiye ji ber xwe de ne çû pêvajoya çareseriyê, pêşketinên li Rojhilata Navîn hişt ku Tirkiye bi şewazek stratejîk dest bi vê pêvajoyê bike.

Tulay Hatimogullari wiha berdewam kir: "Hemû kes di ferqê de ne ku divê êdî Tirkiye bi welatiyên xwe yên Kurd re aştiyê bike. Li ser tepsiyeke zêrîn aştiyê nedin tu kesî, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê DEM Partî û hemû kesên ku aştiyê dixwazin.”

 

Tulay Hatimogullari: Pêwistiya Sûriyeyê bi destûreke demokratîk heye

 

Tulay Hatîmogullari di domandina nirxandinên xwe de bal kişand ser rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha nirxand: “Pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke demokratîk heye. Avaniya demokratîk a ku em niha qala wê dikin ev e û divê Tirkiye piştgiriyê bide destpêkirina pêvajoya demokratîkbûnê.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24