Li Qamişlo şevbihêrkek hat lidarxistin

Li bajarê Qamişlo bi boneya 9'ê Cotmehê salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî şevbuhêrkek hat lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi boneya 6`emîn salvegera dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, şevbuhêrkek helbestan li parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Xelkê bajarê Qamişlo, koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn, helbestvan û rewşenbîr amade bûn.

Şevbihêrk piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Telal El Şêx axivî û got: "Şeveke biêş û giran bû.  Îro em bi boneya salvegera dagirkirina Girê Spî û serêkaniyê li vir tevî helbestvanên xwe hestên xwe derdibirînin. Em soz didin ku em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe dîsa li cih û warên xwe vegerin."

Helbestvanan bi xwendina helbesta şevbuhêrk bi dawî kirin

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye