Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di salvegera 6'emîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de (9 Cotmeh 2019) de daxuyanî da.
MSD’ê diyar kir ku di êrişa li dijî herdu bajaran de, bi sedan sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 200 hezar niştecihên resen koçber bûn.
MSDˊê ev êriş wekî sûcên herî metirsîdar ên li dijî serwerî û yekitiya xaka Sûriyeyê bi nav kir.
MSD’ê hilweşîna rêjîma Baas, ji bo Sûriyeyiyan hêviyek çêkir
MSD’ê destnîşan kir ku hilweşîna rejîma berê di Kanûna 2024ˊan de û avakirina hikûmeta veguhêz werçerxeke siyasî ava kir û ji bo Sûriyeyiyan hêviyek çêkir û wiha domand: " Dagirkeriya Tirk û mayîna komên girêdayî wê li deverên dagirkirî hikumeta veguhêz radixe pêşberî berpirsiyariya yekser. Divê hikumeta veguhêz li ser bidawîkirina vê dagirkeriyê bixebite.
Her wiha MSD’ê bi bîr xist ku li herdu bajarên dagirkirî qanûnên navneteweyî tên binpêkirin, û hewldanên têkbirina nasnameya dîrokî û mozayîka civakî, tê kirin.
MSD’ê şertê bingehîn a serxistina pêvajoya veguhêz bidawîkirina dagirkeriyê pêkan dibe
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) piştrast kir ku bi şertê bingehîn a serxistina proseya pêvajoya veguhêz û pêkanîna ewlehî û îstîqrara Sûriyeyê bidawîkirina dagirkeriyê pêkan dibe.
MSD’ê Peymana 10’ê Adarê misogeriya yekîtiya sûriyeyê ye
MSD'ê banga pêkanîna peymana 10ˊê Adarê kir û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku çarçoveya neteweyî ya misogeriya yekitiya Sûriyeyê û edaleta çareseriya siyasî ye. Li kêlek wê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku garantiya vegera koçberan bikin û jiyanê li herêmên dagirkirî vegerînin."
Di dawiya daxuyaniyê de MSD'ê pabendiya xwe bi têkoşîna siyasî û avakirina Sûriyeya demokratîk, pirreng û nenavendî dubare kir.