Li nêzî Hewlêrê bîra neftê ya şîrketa brîtanî hate hedefgirtin

Li ser rêya Hewlêr-Mûsilê, di danê sibehê de bi balafireke bêmirov êrîşî bîreke neftê ya Şîrketa Kastrol a Brîtanyayê hate kirin û di encamê de şewateke berfireh derket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Danê sibehê bi dronekê êrîş li ser bîra neftê ya Kastrol a brîtanî hate kirin.

 

Di encamê de şewateke mezin derket ku rêjeyeke zêde ya neft û pêdiviyên lojîstîkî hene.

 

Tîmên Parastina Sivîl a Hewlêrê gihiştin cihê bûyerê û hewl didin agirê ku ji ber ketina dronê derketiye, kontrol bikin.

 

Ew madeyên ku di nav depoyê de hene zû dişewitin, ji ber wê jî ziyanên madî zêde ne, lê di nav tîma kompanyayê ku di dema bûyerê de li wir bûn, ti zirarên canî çênebûne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye