Marco Rubio: Piştî şer em ê peywendiya bi NATO´yê re binirxînin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku wan di şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de, piştgiriya ku ji NATO´yê hêvî dikirin, nedîtin. Rubio dest nîşan kir ku piştî şer, pêwîst e ew peywendiya bi NATO´yê re ji nû ve binirxînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê û ne piştgirtiya NATO´yê, her diçe nerazîbûna Amerîkayê ji hevpeymana NATO´yê zêde dibe.

 

Marco Rubio, di hevpeyvînekê de ligel Fox News`ê, li ser şerê Îranê nirxandin kirin.

 

 

Rubio: NATO piştgiriyê nade me em çima di NATO`yê de ne?

 

 

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê rexne li wan hevpeymanên NATO`yê girtin ku wan daxwaza Amerîkayê red kir û piştgirî neşandin Tengava Hurmizê û rê nedan bikaranîna baregehan û wiha anî ziman:

 

"Em ji wan naxwazin ku êrîşên asmanî bikin.

 

Dema ku pêwîstiya me bi bikaranîna baregehên wan ên leşkerî heye, bersiv "Na" ye.

 

Nexwe em çima di NATO´yê de ne?"

 

Rubio, diyar kir ku her diçe hevpeymaniya NATO´yê dibe peywendiyeke yekalî.

 

 

Rubio: Biryara dawiyê di destê Trump de ye

 

 

Marco Rubio, got ku biryara dawî ya li ser NATO´yê di destê Serokê Amerîkayê Donald Trump de ye û got:

 

"Piştî vî şerî, pêwîst e em vê peywendiyê ji nû ve binirxînin.

 

Pêwîst e em girîngiya NATO´yê û vê Hevpeymaniyê ji bo welatê xwe ji nû ve binirxînin."

 

Marco Rubio, li ser planên derbarê Îranê de, dest nîşan kir ku ew "xeta dawiyê dibînin" û got ku "Ne îro û ne jî sibe ye lê ew nêzîk dibe."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye