Rûsya bajarekî Ukraynayê kontrol kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarê Beletskoye yê Donetskê kontrol kirine û çeperên Ukraynayê kirine armanc girtine .

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê bajarê Beletskoye yê Komara Gel a Donetskê kontrol kirine.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: "Yekîneyên êrişkar piştî êrîşa bi banzêran, bajar bi  temamî xistin bin kontrola xwe de. 

Piştre ji bo şopandina leşkerên Ukranî yên ku xwe di avahiyan de veşartibûn  û cezakirina wan tedbîr girtin. "

Her wiha wezaretê destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê li 146 deveran, cihên hilbejartî û hilanîna dronên Ukraynî, tesîsên enerjî, sotemenî û veguhastinê û xalên belavbûna leşkeran kirin armanc.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava 24 demjimêrên  dawîn de bi sedan dron, topavêj û mûşek hatin xistin û zerar gihaşt nêzî hezar û 420 leşkerên Rûsyayê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye