Duh li peytaxta Pakistanê Îslamabadê civînek 4 alî hate lidarxistin.
Di civînê de, wezîrên karên derve yên Pakistan, Misir, Tirkiyê û Erebistana Siûdiyê amade bibûn.
Her 4 wezîran tekezî li ser pêwîstiya "berdewamiya hevkariyê" kirin ji bo piştgiriya hewildanên kêmkirina rageşiyê li herêma Rojhilata Navîn û pêşîgirtina li belavbûna pevçûnan.
Di civînê de, banga destpêkirina danûstandinê li Waşington û Tehranê hat kirin û rêbazên başkirina hevkariya hevbeş, derbarê pêşketinên bilez û zêdebûna leşkerî ya xeternak li herêmê hatin nîqaşkirin.
Di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya çareseriyên dîplomatîk û diyalogê ji bo kontrolkirina şer û krîzan hat kirin.
Wezîran, li ser hewldanên ku di çarçoveya hevkariya çaralî de ji bo kêmkirina rageşiyê têne kirin, nîqaş kirin.
Wezîran Nirxandinên li ser bandorên aborî yên rageşiya leşkerî û pêşîgirtina li kaosek tevahî ya herêmê, her weha bandorên vê pevçûna berdewam li ser ewlehiya enerjiyê û bilindbûna bihayên petrol û enerjiyê jî parve kirin.