NY Îsraîl û Rûsya xistin lîsteya reş a destdirêjiyê

Neteweyên Yekbûyî ji ber bûyerên destdirêjiyê ku li herêmên şer pêk anîne, hêzên Îsraîl û Rûsyayê, xistin lîsteya reş a destdirêjiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Neteweyên Yekbûyî hêzên Îsraîl û Rûsyayê ji ber êrîşên wan ên li qadên şer xistin Lîsteya Reş.

Der barê mijarê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres raportek bi par ve kir.

Di raportê de Antonio Guterres, diyar kir ku îdiayên "sîstematîk û bawerbar" ên destdirêjiyê ji hêla hêzên her du welatan ve hene.

Li gorî raportê, dozên destdirêjiyê yên li dijî girtiyên Filistînî li navendên ragirtinê yên Îsraîlê û li deverên Filistînî hatine piştrastkirin.

Neteweyên Yekbûyî heta sala 2023yan gelek bûyerên bi vî rengî li Şerîaya Rojava û Xezeyê piştrast kirin.

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku vê dozê êşkence, destdirêjahî, êrîş û heqaret di nav xwe de digirt.

Her wiha beşa NY ya li ser Rûsyayê behsa îdiayên destdirêjahiya li ser girtiyên şer ên ku ji hêla Rûsyayê ve li ser axa Ûkraynayê têne girtin kir.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî , di navbera salên 2022 û 2025an de, bi sedan dozên destdirêjahiyê hatine piştrastkirin, ku piraniya wan li dijî mêran e.

Rûsyayê jî hîn daxuyaniyeke fermî li ser raporê nedaye.

Îsraîlê biryara NY wekî "şerm û bêaqil" bi nav kir û têkiliyên xwe yên bi Sekreteriya NY re ragihand.

Raportê zêdebûneke girîng di bûyerên destdirêjiyê de li herêmên şer destnîşan kir, ku piraniya qurbaniyan jin û zarokên keç in.

Di raportê de hate tekez kirin ku ev binpêkirin hîn jî cidî û sîstematîk in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye