Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump, Amerîkayê du pêlên êrîşan li dijî pêgehên Îranê da destpêkirin.
Amerîkayê ragihand ku wan 170 pêgehên Îranê bombebaran kirine.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (Centcom) diyar kir ku wan di êrîşên xwe de pergalên parastina hewayî, alavên çavdêriya beravê, depoyên mûşek û dronan û şiyanên deryayî kirine armanc.
Her wiha Ajansa nûçeyan a Farsê jî ragihand ku roja pêncşemê Amerîkayê di êrîşekê de pira trênê ya "Aqteke Xan", ku korîdoreke trênê ye û Çîn, Tirkmenistan û Îranê bi hev ve girêdide, bombebaran kir.
Îranê êrîşî baregehên Amerîkî yên li kendavê kir
Têkildarî vê mijarê, Artêşa Îranê ragihand ku di bersiva êrîşên Amerîkayê de, wan baregeh û pêgehên Amerîkî li Kuweyt, Qeter û Behrêynê kirine armanc.
Li gorî Îranê, sîstema Patriotê li Kuweytê, baregehên Amerîkî li Qeterê û depoyên sotemeniyê yên Amerîkî li Behrêynê ji aliyê dronan ve hatine armancgirtin.
Sûpaya Pasdarên Îranê jî berê ragihandibû ku hêzên wê yên deryayî, di operasyonên hevbeş de, baregehên Amerîkî li Kuweyt û Behrêynê armanc girtine.
Wezareta tenduristiyê ya Îranê: Di êrîşên Amerîkayê de 14 kes mirin
Li aliyekî din, Serokê têkiliyên giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kerman Pûr diyar kir ku di van du rojan de Amerîkayê pênc parêzgehên Îranî armanc girtine.
Her wiha Husên Kerman Pûr anî ziman ku di encama van êrîşan de heta niha 14 kes hatine kuştin û 78 kes birîndar bûne.
Ji kesên birîndarbûyî, 47 bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.