Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz diyar kir ku welatê wî amade ye ku piştî rawestandina şer beşdarî ewlekirina rêyên keştîvaniyê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, bibe.
Almanyayê destnîşan kir ku ew amade ye ku pisporiya xwe di paqijkirina mayînan û çavdêriya deryayî de pêşkêş bike.
Her wiha Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz eşkere kir ku ew ê sibe, roja Înê, di civînekê de li Parîsê bi serokên Fransa, Brîtanya û Îtalyayê re vê pêşniyarê pêşkêş bike.
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, di sektora petrol û gazê ya cîhanî de bûye sedema guherînên bêhempa.
Ev yek jî, bû sedema rawestandina trafîka keştîvaniyê di Tengava Hurmuzê re, ku beriya şer nêzîkî %20 ji herikîna petrol û gaza xwezayî ya şilekirî ya cîhanê ji wir derbas dibû.