Li gorî agahiyan wê Festîval heta 19'ê nîsana 2026'an bidome.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Sêyemîn wê li sînemaya Ufa Palast û Metropolê were lidarxistin.
Di Festîvalê de wê 3 fîlmên dirêj, 8 belgefîlm û 17 kurtefîlm werin pêşandan.
Derhênerê fîlimê Heval Birako, Numan Yiğit, wê di roja destpêkê de bê nîşandan.
Her wiha wê ne tenê fîlim bên pêşandan, wê semîner jî li ser wêje û sînemeya Kurdî bê dayîn.
Hêjayî gotinê ye, gelek derhênerên Kurd wê beşdarî Festîvala Fîlmên Kurdî ya Sêyemîn li Almanyayê bibin.