Koma Berxwedan, ku di sala 2019’an de biryara fesixkirina xwe dabû, avakirina xwe ya nû li Kolnê ragihand.
Hunermend û nûnerên saziyên cûrbicûr li salona ‘Da Vet Fusion Mediterranean Kitchen’ tevlî çalakiyê bûn.
Di deklarasyona ku ji hêla Koma Berxwedan ve hat parvekirin de, hat diyar kirin ku ew êdî bi hilberîna muzîkê ve sînordar namînin, dê bibin avahiyeke saziyî ku çanda kurdî diparêze û digihîne nifşên nû.
Koma Berxwedan xwe wekî “Akademî û Dibistana Çandê” pênase kir.
Koma ku bi pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" re biryara ji nû ve avakirina xwe da, diyar kir ku ew bi perspektîfa avakirina çandî ve, pêvajoyê digirin dest.
Hozan Xelîl Xemgîn li ser navê Koma Berxwedan axivî.
"Koma Berxwedan bû deng û wijdanê gel"
Hozan Xelîl Xemgîn, da zanîn ku kom beşeke girîng a têkoşîna azadiyê ye û wiha got:
"Koma Berxwedan bû deng û wijdanê gel."
Xemgîn, bi bîr xist ku saziyên çandî di salên borî de rastî gelek zext û qedexeyan hatine û wiha bi dawî kir:
"Koma Berxwedan projeya Rêber Apo bû. Tevî gelek caran arşîvên me hatin desteserkirin û saziyên me hatin girtin jî, me 33 salan li ber xwe da.
Niha jî em vê mîrateyê weke dibistan ji nû ve ava dikin."
Gelek hunermend Hozan Şemdîn, Kawa, Amele, Gulîstan Musa, Şiyar Munzûr, Hozan Aydin, Jiyan Osman, Bengî Agirî û nûnerên saziyên cûrbicûr beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de KNK, KONGRA GEL û KCK-E jî peyam şandin.
Di peyaman de rola Koma Berxwedan di têkoşînê de û girîngiya wê di dema nû de hate destgirtin.