Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD), ragihand ku li navçeya Tûşba ya Wanê bi pileya 5.2 erdhej çêbûye.
Erdhe,j di saetên sibehê de li Wanê çêbû li bajêr û navçeyên derdorê jî hat hîskirin.
Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Lezgîn (AFAD), li navçeya Tuşba ya Wanê saet di 08:52an de erdhejek bi lerza 5.2 pileyî çêbû. Hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.
Erdhej, bi tenê li Wanê sînordar nebû. Erdhej li Agirî, Bitlîs, Îdir û Colemêrgê jî hate hîskirin.
Piştî erdhejê gelek welatiyan malên xwe terikandin û ber bi deverên vekirî ve çûn.
AFAD (Desteya Rêvebiriya Bobelat û Rewşa Awarte ya Tirkiyê), di daxuyaniya xwe ya destpêkê de diyar kir ku lêkolînên meydanî berdewam dikin û heta niha ti rewşeke neyînî nehatiye tespîtkirin.
Pisporan, destnîşan kirin ku erdhej li bakurê xeta şikestinê ya ku di sala 2011an de li Wanê çêbûye, pêk hat.
Profesor Şerîf Barış, endamê fakulteyê li Zanîngeha Kocaeliyê, diyar kir ku erdhejên weha li ser xeta şikestinê ya sereke çênabin, û ji ber vê yekê ne mimkun e ku mirov bibêje ku ev nîşan dide ku erdhejek mezintir li ber derî ye.
Her çend tê texmînkirin ku dibe ku piştî erdhejê li herêmê demekê berdewam bikin jî, pispor tekez dikin ku pêdivî ye ku baldariyek li ser ewlehiya avahiyan were dayîn, nemaze li wargehên nêzîkî navenda erdhejê.