HPG-NRÇ nasnameya 5 Şehîdên Çapemeniya Azad ragihand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdên çapemeniya azad ragihand û soza bilindkirina têkoşînê di riya wan de da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şehîdên çapemeniya azad ragihand.

HPG got: ``Qada çapemeniya azad a ku hevrêyê me yê damezrîner û kadroyê pêşeng ê Partiya me PKK’ê Mazlum Dogan bi derxistina Rojnameya Serxwebûnê da destpêkirin, bi kedeke mezin a Apê Mûsa ev qad mezin bû û di nava gelê Kurd de ronahiyeke mezin afirand.``

Li ser wî esasî ji bo pêşxistina hişmendiya li ser rastiyan, endamên hêja yên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) Hevrêyên me Aso, Şîlan, Tûfan, Azad û Firat di têgihiştina rastiya dijmin û têkbirina êrîşên şerê taybet de weke şervanên heqîqetê têkoşiyan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî awayî behsa têkoşîna endamên çapemeniya azad dike:

Hevrêyên me Aso, Şîlan, Tûfan, Azad û Firat li hemberî eniya şerê taybet a dijmin li gel hemû zehmetiyan, bi afirîneriyeke mezin tu astengî nas nekirin û weke milîtanên fedaî yên Apoyî erka xwe bi cih anîn û gihîştin asta şehadetê.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya şehîdan wiha ne:

Cabbar Kerîmî bi nasnav Aso Baran li Merîwan ji dayîkbûye û di tebaxa 2014an de li Dersîmê şehîd bûye.

Dîlan Mavzer bi nasnav Şîlan Ezgî li Erdexan ji dayîkbûye û di 15ê tebaxa 2017an de li Zapê şehîd bûye.

Ûlaş Guven bi nasnav Tûfan Sefkan li Bûrsayê ji dayîkbûye û di 13ê cotmeha 2024`an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Adil Farûk Gezîk bi nasnav Azad Serxwebûn li Riha yê ji dayîkbûye û di 29ê nîsana 2019an de li Garê şehîd bûye.

Mûslûm Aslan bi nasnav Firat Tolhildan li Riha yê ji dayîkbûye û di 24ê nîsana 2018an de li Avaşînê şehîd bûye. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye