KCDK-E: Aştî bi têkoşîna edalet û azadiyê bi ser dikeve

Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxwaz li gelan û bindestan kir, ku bi hev re ji bo aştî û edaletê kar bikin. Di daxuyaniyê de ev yek jî hatiye: "Weke gelê Kurd bi rêberiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em ê her tim ala aştî û azadiyê hilgirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di daxuyaniya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de destnîşan kir ku aştî bi jiyana gelan a bi hev re li ser bingeha azadî, edalet û wekheviyê dibe.

 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê bêdengiya çekan e, her wiha nexeşerêya îradeya avakirina jiyaneke azad û wekhev a gelan e.

 

“Di tevahiya dîrokê de gelê kurd her tim rastî zilmê hatiye”

 

KCDK-E’yê da zanîn ku di tevahiya dîrokê de, gelê Kurd li zilm, asîmîlasyon û tine hesibandinê rast hatiye, li hemberî vê yekê jî li ber xwe da û her tim baweriya xwe bi aştiyê anî.

 

 

“Perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk çareseriyeke gerdûnî pêşkêş dike”

 

 

KCDK-E’yê ev yek jî anî ziman ku perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk, mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan, pergaleke wekhev û jiyaneke demokratîk ji xwe re dike bingeh û ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên cîhanê projeyeke aştiyê ye.

 

“Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriya demokratîk û aştiyê ye”

 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya çareseriya demokratîk û aştiyê ye û wiha hat gotin, “Aştiya li Rojhilata Navîn û cîhanê bi îradeya jiyana hevpar a li ser bingeha azadî û wekheviyê ya gelan wê pêk were.”

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24