Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê(KNK) encamnameya civîna xwe ya 24. a Giştî ku di 6 û 7’ê hezîranê de lidarxistibû eşkere kir.
Di encamnameyê de aliyê Komîsyona Karêderve ya KNK’ê ve pêşniyar biryarek hate pêşkêşkirin ku bi navê KNK’ê nameyek ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY – UN) re bête şandin ku gelê Kurd weke netweyekî bê dewlet bê naskirin.
Û bi Statuya Dewleta Çavdêr li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bê temsîlkirin.
Dî yek jî rojeva komcivînê li 4 beşên Kurdistanê rewşa zimanê Kurdî bû.
Kongreyê poltîkayên ziman yên dewletên weke Sûriye, Îran, Îraq û Tirkiyê bibîrxistin û ji bo parastina ziman hin pêşniyar pêşkêşkirin û ev daxwaz ji gelê Kurd hate kirin:
Divê her kes piştgiriyê bide pêngava ku li bakurê Kurdistanê bi dirûşma, “Her Malek Bibe Dibistaneke Kurdî” hatiye destpêkirin."
Pêşketina Tevgera Jinê li Kurdistanê cihê şanaziyê ye
Nûnerên rêxistinên jinan bi awayekî xurt beşdarî Civata Giştî bûn û bi nirxandin û analîzên xwe, civîn dewlemend kirin.
Di nirxanindan ev tişt derketin pêş:
"Pêşketina tevgera jinê li Kurdistanê, cihê şanaziyê ye û li ser asta cîhanê deng vedaye.
Divê hemû nêzîkatiyên cudakariya li ser jinê, weke nêzîkbûneke antîdemokratîk bên destgirtin û rêzgirtina li hember vîna azad a jinê di siyasetê de bibe binesaziya têgihîştinê"
Armanc di nava salê de komkirina konferanseke neteweyî ye
Di civînê de mijareke girîng ku li ser hat nîqaşkirin, Komkirina Konferansa Neteweyî bû û der barê konferansê de ev tişt hatin gotin:
" Armanc ew e ku di nava vê salê de em bikarin Konferanseke Neteweyî kom bikin û li ser bingeha stratejiyeke hevbeş yekîtiya xwe xurttir bikin.
Di van mehên pêşiya me de, xebata me ya mezin wê di vî warî de pêş bikeve."
Yekbûna Kurdan wê statuyeke mayînde bîne
" Ji bo em karibin statuyeke mayînde ji hemû Kurdistanê re çêkin.
Divê hemû hêz, partî, sazî û rêxistinên me, her wiha gelê me bi tevayî li çar aliyên welêt û yên li her derê dijîn, baştir hev bigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştîmanî xurttir û mezintir bikin.
Bi vî rengî em ê bikarin hemû plan û projeyên dewletên dagîrker ên li dijî Kurdistanê pûç bikin."