Trump: Dibe ku em operasyona li Îranê biqedînin an jî em bigihêjin rêkeftinekê

Gengaziya qewimîna şerekî di navbera Îran û Amerîkayê de hîna di rojevê de ye. Serokê Amerîkayê Donald Trump got, dibe şerek biqewime û dibe ku jî herdu alî bigihêjin rêkeftinekê. Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku Îran polîtîkayên xwe di ti rewşê de naguherîne û niha ew ji bo serdema piştî şer plan dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotareke xwe de, di dema kombûneke hilbijartinî de, behsa rageşiya bi Îranê re kir.

Donald Trump ragihand, dibe ku ew neçar bimînin operasyona li Îranê biqedînin û dibe ku ew bigihêjin rêkeftinekê.

WSJ: Pentagonê planên armanckirina Îranê amade kirin

Têkildarî mijarê, Rojnameya Wall Street Journal behsa planên Amerîkayê yên ji bo armackirina Îranê kir.

Wall Street Journalê da zanîn ku Pentagonê planên armanckirina girav û sazgehên nukleerî yên Îranê amade kirine û hejmara keştiyên Amerîkî li herêmê dê ji 24’an derbas bibe.

Her wiha rojnameyê da zanîn ku keştiyên şer ên Amerîkî xwe ji bo biryara Trump a şerê gengaz ê di hefteyên bê de, amade dikin.

Eraqçî: Şer hebe yan tune be polîtîkayên me dê neyên guhertin 

Li aliyekî din, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, îro, behsa gengaziya destpêkirina Amerîkayê bi şerekî li dijî Îranê kir.

Ebas Eraqçî der barê gengaziya jinûvedestpêkirina şer de, diyar kir ku Îran polîtîkayên xwe di ti rewşê de naguherîne û niha Îran ji bo serdema piştî şer plan dike.

Her wiha di civîna xwe de wiha axivî:

"Van rojan, dîsa behsa şer tê kirin.

Eger hişmendî hebe, dê careke din êrîşên leşkerî li dijî miletê Îranê neceribînin.

Du caran ceribandin û encamên wê dîtin.

Eger careke din bixwazin biceribînin, ew bi xwe dizanin ku dê ti encamekê ji bilî encamên wekî yên berê bi dest nexin.

Ez ji niha û pê ve li ser dema piştî şer difikirim.

Şer hebe yan tune be, polîtîkayên me di cih de ne."

Di dawiyê de, Eraqçî anî ziman ku di hemû dan û standinan de ku wan bi navbeynkariya Pakistan, Qeter û yên din bi aliyê Amerîkî re kirin, wan tekez kiribû ku pêwîst e şer li hemû eniyan bi dawî bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye