Rûsya bajarokê Alexandrovka li herêma Donetskê girtiye

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku, hêzên wan piştî "operasyonên êrîşkar ên bênavber" bajarokê Alexandrovka li herêma Donetskê girtine. Her wiha Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Rûsyayê, diyar kir ku hêzên Rûsyayê di du hefteyên pêşîn ên adarê de 12 bajarok girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku yekîneyên koma wê ya "Rojava" piştî operasyonên pêşîlêgirtinê yên dijwar kontrola tevahî li ser bajarokê Alexandrovka li Donetskê bi dest xistiye.

 

Wezaretê, daxuyaniyek weşand û tê de wiha got: "Windahiyên dijmin (Ûkrayna) li herêma berpirsiyariya koma Rojava gihîştine 180 leşker, du Humvee, 25 wesayît, du çekên meydanî û depoyek cebilxaneyê."

 

Serfermandarê Rûsî: Me li Ûkraynayê 12 bajarok girtine

 

Beriya niha, Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Rûsyayê Valery Gerasimov, diyar kir ku hêzên Rûsyayê di du hefteyên pêşîn ên adarê de 12 bajarok girtine.

 

Valery Gerasimov di dema vekolîna operasyonên şer ên ku ji hêla formasyon û yekîneyên koma hêzên "Başûr" ve roja duşemê hatine kirin de, pesnê serkeftinên komê di pêşveçûna ji bo girtina Donetskê de da.

 

Her wiha Gerasimov armancên komê ji bo operasyonên pêşerojê jî diyar kirin.

 

Serfermandarê Giştî da zanîn ku koma "Başûr" pêşve diçe û hêzên Ûkraynayê hewl didin ku pêşî li her pêşkeftineke li eniya Sloviansk-Kramatorsk û Konstantinovsky bihêz bigirin.

 

Valery Gerasimov zêde kir ku yekîneyên Artêşa 3-yemîn a Rûsyayê bi awayekî çalak li ser eniyeke fireh ber bi Sloviansk ve pêşve diçin û li xeta pêşîn a operasyonên şer ji 12 kîlometreyan zêdetir li rojavayê Severskê hewldanan dikin.

 

Gerasimov wiha domand: "Zêdetirî 60% ji Konstantinovka di bin kontrola hêzên Rûsî de ye.

 

Şerê kolanan li beşa bakur-rojhilatê bajêr diqewime. Êrîşa Rûsî li bajarokê Ilyinovka ku taxeke Konstantinovka ye, bi pêş dikeve."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye