Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyar kiriye ku ji bo her welatiyeke Amerîkî wê 2 hezar dolar bide, ji bilî kesên xwedî dahatên bilind, were dayîn.
Donald Trump da xuyakirin ku ew kesên ku li dijî bacên gumrikê ne ehmeq in û wiha anî ziman:
“Welat trîlyon dolar berhev dike û di demek nêzîk de dê dest bi kêmkirina deynê xwe yê mezin ê 37 trîlyon dolarî bike.”
Wezîrê Xezîneyê Scott Bisent bal kişand li ser axaftinê Trum û wiha got:
“Derbaskirina 2 hezar dolarî dikare bi gelek awayên cuda were dayîn, îhtîmalên wekî rakirina bacên û ewlehiya civakî an jî heta pejirandina daxistinek li ser faîza deynê otomobîlan.”
Li gorî Navenda Lêkolînê ya Pew, 340 milyon kes li Amerîkayê dijîn û nêzîkî ji % 80`ê Amerîkî wê ji vê pêşnyarî sûdê bigirin.