Piştî civînê Erdogan ji çapemeniyê re axivî û tekez kir ku çareseriya herî rast ew e ku du dewlet li ser giravê bi hev re bijîn. Her wiha got: “Gavên potansiyel di navbera her du aliyan de hatine nîqaşkirin û divê çareseriyek dadmend û mayînde were bidestxistin ku li gorî rastiyên li giravê be."
Serokê Komara Qibrisa Bakur Tufan Erhûrman jî got: "Gelê Qibrisê yê Tirk yek ji du şirîkên damezrîner ên wekhev li Qibrisê ye û ev statu ji bo nîqaş, danûstandin an bazarkirinê vekirî nîne. Gelê min, bi saya vê statuyê, li ser tevahiya girava Qibrisê xwediyê mafên serweriyê ye."
Serokê nû yê Qibrisa Bakur Tufan Erhûrman di hilbijartinên 19'ê Cotmehê de bi rêjeya 62.76'ê dengan wergirtibû û bi ser ketibû. Her wiha Muxalefeta Tirkiyeyê jî piştigiriyeke baş dabû Erhûrman.
Lê Serokê MHP'yê Devlet Bahçelî encama hilbijartinan qebûl nekiribû û daxwaz kiribû ku Qibris bi Tirkiyeyê ve bê girêdan û bibe bajarê 82'emin yê Tirkiyeyê .
Lê berovajî bertekên Bahçelî, Erdogan serokê nû yê Qibrisê pîroz kiribû û piştgirîya xwe anîbû ziman.