Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Encûmena Wezîran, Zeydî dê di axaftina xwe de helwestên Îraqê yên li ser qeyranên herêmî û navdewletî bîne ziman û balê bikişîne ser reformên aborî û parastina serweriya nîştimanî. Her wiha ew ê bi şandeyên welatên cuda re jî civînên dualî pêk bîne.
Serokwezîrê Îraqê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji bo beşdarbûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ber bi New Yorkê ve bi rê ket, ku tê çaverêkirin li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump re mijarên wekî vekişîna hêzên hevpeymanan û kontrolkirina çekan gotûbêj bike.